NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda ragindinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk QSD`ê bi daxuyaniyeke nivîskî diyar kir ku hêzên wan 4 çeteyên DAIŞ`ê yên welatiyên Tirkiye, Efganistan û Rûsyayê girtin.

QSD`ê diyar kir ku hêzên wan li Rojava û bakurê Sûriyê li dijî DAIŞ`ê serkeftinên nû pêk tîne, her wiha ji bo tunekirina şaneyên razayî jî agahiyan berhev dike û di encamê de gelek çete berî ku armancên xwe pêk bînin  hatine girtin.

Dewma daxuyaniya QSD`ê wiha ye:

``Hemleya Bagera Cizîrê ku 2018`an destpê kiribû herêmên berfereh ji destên terorîstan rizgar kirin, êdî DAIŞ bi dawî dibe, lewma endamên vê rêxistina terorîst bi şêweyê şaneyên veşartî dikevin herêmên rizgarkirî da ku tevliheviyê bikin û ewlehiya herêmê têk bibin. Di encama lêpirsîn û agahiyên ku ketin destên me, piştî şopandinê, hêzên dijî terorê yên girêdayî QSD`ê, di roja 9`ê Çileyê 4 terorîst girtine. Nasnameyên terorîstan evin; Umer Uzun Oglo ji Tirkyê, Ebdilreûf Toranî ji Afganistanê, Mihemed Cewad Xan û Ismet Etayif ji Rûsiyayê. Ev koma terorîstan ji bo ku li Reqayê êrîşên terorê pêk bînin û şaneyan birêxistin bikin, hatibûn erkdar kirin, destên wan di gelek êrîşên ku li herêmê pêk hatine de heye.

(k)

ANHA