Pira Til El-Seman 30 km dikeve bakurê Reqayê û wek rê û nuqteyeke girîng a di navbera bajarê Reqayê û gundewarên herêma bakurê Firatê de ye. Ev pir di sala 2017`an de ji aliyê DAIŞ`ê ve rastî hilweşandinê hat.
Di demên berê de pir ji aliyê Meclisa Sivîl a Reqayê û komîteyên peywendîdar ve bi awayekî demkî hatibû çêkirin.
Piştre Tîma Endezyariyê ya girêdayî Buroya Avakirinên Leşkerî ya QSD`ê, duh dest bi sererastkirina pirê kir û pireke hesinî ku berê hatibû çêkirin, hate danîn. Pira hesinî bi dirêjahiya 21 metreyî ye û firehiya wê 6 metre ye.
Ev proje yek ji projeyên girîng e ku Buroya Avakirinên Leşkerî ji bo sererastkirina gelek pirên li herêmê daye destpêkirin.
Pira Til Seman yek ji pirên ku ji bo ava avdaniyê ya xeta El-Belîx a girêdayî bakurê bejahiya Reqayê ye. Di pirê de 7 deriyên sereke yên birêxistinkirina belavbûna avê hene û 2 derî ji wan bi temamî hatibûn wêrankirin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku komîteyên avê yên Meclisa Sivîl a Reqayê soza sererastkirina xetên avê di zivistanê de dabû, ji ber ku nikarin di werza havînê de çêkin da ku zerar negihîje mewsima çandiyê.
(eh)
ANHA