Asayîşa Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) ji bo rûniştvanên gundan û koçerên navçeya Zaxo ya Dihokê li ser warên xwe biçin hefteyek dem daye wan.
Li nûçeya ajansa Rojnewsê ku agahiyên xwe dispêre çavkaniyan, Asayîşa PDK'ê daxwaz ji rûniştvanên gundan û koçeran herêmên gundên Keşan, Zoma Kanî Delê, gundên Şudnî, Riwîsê, Zoma Siyara Sitewrê û çend cihên din kirine ku herêmê vala bikin. Ji bo valakirinê herêmê tu sedem ji bo welatiyan nehatiye eşkerekirin.
Tê gotin ku armanca PDK'ê hevkariya bi dewleta Tirkiyeyê ya ji bo destpêkirina operasyonê ye. Di van demê dawî de dewleta Tirk hêzek zêde ya leşkerî şand herêma Dihokê. Tê gotin ku li herêmê nîşaneyên operasyonê hene.