Iraq; nimûneya bixwîn a dagirkeriya Osmaniyan

NAVENDA NÛÇEYAN

Her ku lingên Osmaniyan diket ser axa welatekê, li hincetan digeriyan da ku li dijî gelên wî welatî komkujiyan pêk bînin. Li hemû welatên dagirkirî êrîşî pêkhate û kêmneteweyan kirin û  li Iraqê jî êrîşî şîeyan kirin.

Şerên Osmaniyan ên qirêjî... 40 hezar kuştî

Kiryarên hovane yên Osmaniyan li dijî şîeyên Iraqê di dema desthilatdariya sultan Selîm de gihîşt asta herî jor. Sultan Selîm fetwaya kufrê der heqê şîeyan de derxist û fermana kuştina wan da. Wê demê nêzî 40 hezar ji wan kuştin, ji bilî yên ku avêtin zindanan.

Waliyên Osmaniyan yên piştî wî jî hatin, rêya wî şopandin, bi taybet waliyê Bexdayê Umer Paşa yê ku jiyan li şîeyan herimand, her wiha destên wî di êrîşa hovane ya wehabiyan li dijî bajarê Kerbelayê ya sala 1882’yan de heye. Li gorî daneyan, Osmaniyan alîkariya wehabiyan kir ku bikevin bajêr û xelkên wê kuştin û gora pîroz herifandin û şewitandin.

Yek ji komkujiyên Osmaniyan li dijî şîeyan bûyera Necîb Paşa bû ku di sala 1842`yan de li Kerbelayê pêk anî. Wê çaxê welatiyên bajêr li dijî siyasetên Osmaniyan serî hilda, Necîb Paşa yê ku bi zordariyê dihate naskirin, bajar dorpêç kir, bi topan li bajêr da, darên xurmeyan birîn, av li ser bajêr birî heta ku artêşa wî kete bajêr, welatî kuştin heta ku axa bajêr bi xwînê sor bû.

Piştî ku desthilatdariya Memalîkan bi dawî bû, hikûmeta Osmaniyan Elî Riza Paşa wek waliyê Bexdayê erkdar kir. Vî waliyê ku ji sala 1831’an heta 1842`yan hikum kir, bacên giran avêtin ser welatiyên Kerbelayê, çend caran jî êrîş kir lê welatiyan li ber xwe da.

Dîroknasê navdar Ebdilrezaq El-Husnî di pirtûka xwe ya bi navê ‘Seyrana birayan di cenga welatê kuştî yê tî de’ ev bûyer wiha rêz kirin:

1 - Bûyera Qentere: Leşkerên Osmaniyan bi fermandariya kesê bi navê Derwêş bûn, di vê cengê de 8 leşkerên wan hatin kuştin, ji xelkên Kerbelayê jî 4 mêr hatin kuştin.

2 - Bûyera El-Mişmiş: Navê bûyerê bû El-Mişmiş (Mişmiş) ji ber ku leşkerên Osmaniyan ketin zeviyên bajêr û mişmiş dizîn, welatî wê çaxê derketibûn çinîna mişmişan. Şer li devera Çobiyê rû da û gelê Kerbelayê bi ser ket.

3 - Bûyera El-Heyabî: Bûyereke dijwar bû, şer bi saetan dirêj kir, gelek ziyan çêbûn ji her du aliyan. Welatiyan li dijî êrîşa Osmaniyan bi mêrxasî şer kirin û fermandarê Osmaniyan birîndar kirin. Wê çaxê Dawîd Paşa hawara xwe gihande mîrê Isteblê Silêman Maxûr ku li dijî kerbelayiyan şer bike, Maxûr jî hostayê şer bû, hêzeke bi qasî hezar û 500 leşker û top û bombe birin ser Kerbelayê. Li dora bajêr li herêma Elher leşker bi cih bûn û av ji ser bajêr birîn. Dema ku êrîş kirin welatiyan li ber xwe da û şerekî dijwar kir. Gelek kes ji her du aliyan hatin kuştin, tê gotin ku laşê kuştiyan li ser axa Elher, El-Heyabê û newalê belav bû.

4- Bûyera El-Etwab anku bûyera Baxiyê: Baxiyê jinek bû ku di şer de nav li şoreşgeran dida. Di wî şerî de Osmaniyan nêzî 4 top û 50 bombe avêtin bajêr lê encam negirtin.

5- Bûyera El-Xêmgeh: Fermandarê artêşê di vê bûyerê de leşkerên xwe li gelek deveran belav kirin. Dema ku êrîş kirin, welatiyan bi lehengî li ber xwe da û gelek ziyanên Osmaniyan çêbûn. Ji welatiyan jî 4 kesan jiyana xwe ji dest da.

6- Bûyera El-Berdiyê: Welatiyan êrîşî baregeha Osmaniyan kir û gelek hesp, tifing û top bi dest xistin.

7- Bûyera Eleman: Eleman anku ewle, dema ku fermandarê leşkerên Osmaniyan li hember berxwedana welatiyên Kerbelayê bêzar bûn, dest bi xapandinê kirin. Bi navê walî Dawid Paşa soza ewlehiyê da û got tiştên berê derbas bûn û soza efûyê da. Welatiyan jî bawer kir, lê wî di nîvê şevê de bajar bombebaran kir, wê çaxê welatiyan xwe kom kirin, bajar parastin û artêşa Osmaniyan têk birin.

Zordariya Osmaniyan dilê welatiyên Kerbelayê xwîn kir

Van bûyeran hişt ku Osmanî zordariya xwe zêde bikin, li ser welatiyan ferz kirin ku leşkerên Osmaniyan bi xwarin bikin. Ev kiryar di sala 1842`yan de pêk hat, sala ku Necîb Paşa li şûna Elî Riza Paşa bû waliyê Iraqê. Welatiyan fermana Osmaniyan nepejirand û ragihand ku ew êdî derveyî desthilatdariya Osmaniyan e.

Necîb Paşa nêzî sultan bû, pir zordar bû. Dema ku bihîst hemû êrîşên berê li dijî Kerbelayê bi ser neketin, di sala 1843`yan de biryar da ku êrîşî bajêr bike. Tevgera yekemîn li dijî bajêr bi fermandariya Sedella Paşa, di mijdara 1842`yan de dest pê kir, lê tu encam negirt, lewma Necîb Paşa vê carê bi xwe hemleyek dest pê kir û ji şoreşgeran xwest ku çekên xwe teslîm bikin, lê hin şoreşgeran ev biryar nepejirand. Roja duyemîn hêzên Osmaniyan êrîş kir û sûrên bajêr hilweşandin. Mihemed Zerendî bi pirtûka xwe ya bi navê ‘Metalî Elenwar’ de dibêje “Bajar wêran kirin, kuştin û talan kirin, hin welatiyan xwe spart gora Imam Huseyîn û birayê wî Elebas. Hin jî reviyan mala kesê bi navê El-Ruştî ku Necîb Paşa gotibû yê here wê malê ewle ye. Lê pir kes hatin wê malê, El-Ruştî neçar ma ku hin malên din jî tev li mala xwe bike, ew qas zêde kesan xwe spartibû wan malan. Dibêjin dema ku şer bi dawî bû dîtin ku nêzî 20 kes di bin lingan de mirine.”

Hêzên Osmaniyan bajar dorpêç kir, rê li welatiyan teng kirin, welatî jî neçar bûn ku ava gemar vexwin û xwarina wan pir kêm bû.

Dorpêçê 23 rojan dewam kir, piştî ku rewşa xelkê pir aloz bû, rûspiyên bajêr li hev civiyan û biryar dan ku bajar û şoreşger teslîm bibin. Lê fermandarê hemleyê hin mercên teslîmbûnê nîşan dan û welatiyan nepejirandin. Piştî şer û berxwedaneke dijwar Osmanî ketin bajêr û şoreşgeran xwe paşde kişand. Piştî Osmanî ketin bajêr, leşkeran pir kuştin û dizî û talan kirin, ne zarok ne kal ji kuştinê xilas nebûn. Der barê ziyanên vî şerî û hejmara kuştiyan de Hisên El-Buraqî di pirtûka ‘Eldur El-Mensûr’ de dibêje “Nêzî 24 hezar jin, zarok û mêr hatin kuştin, gelek ji wan di nav lingan de perçiqîn.”

Serferberî; îşkenceya Osmaniyan a demdirêj

Mîna hemû dewletên Ereban, gelê Iraqê jî êşa serferberiyê kişand. Nivîskarê Sûrî Edonîs di pirtûka xwe ya bi navê ‘Toza bajaran, hejariya dîrokê’ de wiha dibêje: “Ji destpêka xîlafeta Osmaniyan heta roja me ya îro bavikên me hemûyan, destgirêdayî bi darê zorê mirin, di şerên ku ne yên wan bûn de, ji bo dozeke ku ne ya wan bû. Seferberî ne mînaka dawiyê ye.” Di vir de Edonîs behsa êş û azarên Ereban ji ber fermanên Osmaniyan dike.

Nivîskarê iraqî yê navdar Ebûd El-Şalcî der barê seferberiyê de wiha dibêje: “Seferberî li ba xelkê Bexdayê tê wateya mirin û êşê. Ev peyv (seferberlik) bi tirkî ye, wateya wê seferberiya giştî ye. Di wê demê de Osmaniyan bi hezaran welatiyên Iraqê ji bo Şerê Cîhanê yê Yekemîn birin leşkeriyê, ciwanên Iraqê birin eniyên Qafqasyayê. Li wir ji serma û birçînan mirin, pir kêm ji wan vegeriyan, ên vegeriyan li ser tiliyan têne hejmartin. Seferberiyê hemû malên Iraqê kirin cihê girî û şînê.”

Helbestvanekî iraqî di helbesteke xwe de wiha dibêje:

“Kurê min Elî
Dema navê te yê xweş tê guhê min
Kalikê te yê çûye seferberiyê û venegeriya tê bîra min
Volkanek di dilê min de dikele
Wê çaxê ez li wêneyê bavê xwe dinêrim
Û digirîm”

Baregehên leşkerî û dagirkirina Iraqê

Tirkiye di van deman de hin parçeyên axa Iraqê bi rêya baregehên leşkerî dagir kirine. Tê gotin ku 14 baregehên leşkerên Tirk û 4 navendên îstixbaratê li Iraqê hene, ew li herêma başûrê Kurdistanê ya di bin desthilatdariya Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) de ne. Di heman dema ku DAIŞ`ê herêm dagir kir de, Tirkiyê jî herêma Başîqa ya parêzgeha Mûsilê dagir kir û li wir baregeheke leşkerî ava kir. Ji wê baregehê Tirkiyê çek û lojîstîk û agahî didan DAIŞ`ê.

(k)

ANHA