NAVENDA NÛÇEYAN

Berdevkê fermî yê Yekîneyên Parastina Gel (YPG) Nûrî Mehmûd bi daxuyaniyeke nivîskî eşkere kir ku gelek herêmên Bakurê Sûriyê ji hêla YPG û YPJ’ê ve hatine rizgarkirin û ew herêm dê ji hêla van hêzan ve werin parastin. Nûrî Mehmûd îşaret bi gefên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmên rizgarkiri yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir û da zanîn ku dê li hember gef û êrîşên dewleta Tirk û çeteyên wê li ber xwe bidin. Her wiha Mehmûd diyar kir ku dê pêwendiyên xwe bi aliyên leşkerî re jî bi pêş bixin.

Daxuyaniya Nûrî Mehmûd wiha ye:

“Ji raya giştî re,

Wek tê zanîn 8'ê Çileya vê salê şandeyek Amerîkî bi serokatiya şêwermendê ewlekariyê John Bolton çû serdana paytexta Tirkiyê Enqereyê û li gel rayedarên wî welatî hevdîtin pêk anîn. Piştî hevdîtinê, berdevkê serokkomarê Tirk Îbrahîm Kalin ji bo tevgera dagirkirina axa Sûriyê rewa nîşan bide, careke din bi awayekî pûç û bêbingeh Yekîneyên Parastina Gel sûcdar kirin. Kalin bi vê yekê, eşkere gelên Sûriyê û bi taybet ên li Bakur û Rojhilat wek armanca êrîşan nîşan dan.

Wekî tê zanîn li van herêmên ku ji aliyê YPJ û YPG'ê ve hatin rizgarkirin, bi avakirina pergaleke demokratîk, hemû pêkhate bi îradeyeke azad xwe bi rê ve dibin. Modela li Bakur û Rojhilatê Sûriyê peyda bûye, dikare ji bo çareseriya aloziya li welat bibe mînak. Lewma dewleta Tirk a xwe li vê projeya demokratîk ranagire, destekê dide hêzên terorê da ku xwe li herêma me bi rêxistin bikin.

Bi salan e li van herêman bi pêşengiya şervanên YPJ û YPG'ê şerekî giran li dijî terora DAIŞ'ê tê kirin û di encama berdêlên giran de, jiyana aram ji bo hemû gelên herêmê hat peydakirin. Hêzên me ji bo parastina hemû mirovahiyê li ber xwe da û hê jî vê berxwedanê dewam dikin. Bi hezaran şervanên me ji bo ewlehiya Kurd, Ereb, xiristiyan, sunnî, şîe û Êzidiayn bedena xwe kir mertal û şehîd bûn. Ev yek bi awayekî berbiçav di berxwedanên Serêkaniyê, Kobanê, Şengal û Efrînê de derket holê.

Rayedarên dewleta Tirk ên YPG'ê wek hêza binpêkirina mafên mirovan bi nav dikin, ji rastiyê dûr diaxivin. Li şûna tawanbarkirinê, eger yek belge di destê wan de hebe, wê demê lazim e bi raya giştî re parve bikin. Tişta ji îdiayên Îbrahîm Kalin derdikeve holê ew e ku ev siyaset parçekeye ji gefa serokkomarê Tirk Erdogan a dagirkirina herêmên me ye. Ji wan ew e ku bi van îdiayên pûç ew ê karibin tevgera xwe ya dagirker rewa nîşan bidin. Divê raya giştî hişyar be ku armanca sereke ji van îdiayên derew, zindîkirina terora DAIŞ'ê ye.

Li aliyekî din, Îbrahîm Kalin dibêje lazim e hemû çekên ku ji bo şerê li dijî DAIŞ'ê radestî şervanên YPG'ê hatine kirin, paşde werin girtin. Di vê pêvajoya ku şerê me li dijî terora DIAŞ'ê dewam dike de, daxwazeke bi vî rengî, tenê tê wateya bihêzkirina terorê û ji nû ve dagirkirina axa Sûriyê.

Ji destpêka aloziya li Sûriyê, kiryarên dermirovî yên dewleta Tirk li ser axa vî welatî, ji aliyê cîhanê ve baş tên zanîn. Li pêş çavê her kesî, sala 2012'an çeteyên El-Nusra derbasî Serêkaniyê kirin. Sala 2014'an dema hewldana dagirkirina Kobanê, dîsa dewleta Tirk a ku Îbrahîma Kalin berdevkiya serokê wê dike, ala xwe li ser avahiya embarên genim daxist xwarê û eşkere rê da çeteyên DAIŞ'ê ku Kobanê bi temamî dagir bikin.

Di pêvajoya dagirkirina Efrînê de jî dewleta Tirk ji bo sûcên li dijî mirovahiyê kirinê neyên eşkerekirin, destûr neda yek rêxistineke mafên mirovan an jî dezgehên ragihandinê yên cîhanî ku lêkolînan li vî bajarî pêk bînin. Di nava demeke kurt de niyeta kuştina gelan û guhertina demografyaya Efrînê ya dewleta Tirk derket holê. Ev binpêkirin, ne tenê li Efrînê, rojane li Cerablus, Bab, Ezaz û Idlibê jî têne kirin.

Em ji gelên xwe û raya giştî re radigihînin;

Dewleta Tirk ku bû hêlîna komkirina komên terorîst, îro heman siyasetê li hember gelên herêmê bi rê ve dibe. Em wek şervanên YPG û YPJ'ê bi biryar in, berdêl çi dibe bila bibe, em ê rûmet û destketiyên gelê xwe biparêzin.

Bi dehan artêşên cîhanî yên di Koalîsyona Navdewletî de cihê xwe digirin û li gel me şerê DAIŞ'ê dikin, ji nêz ve bûn şahidê vê biryardariya me.

Em ê li gorî pîvanên navneteweyî û li ser hîmê parastina mafên mirovan şerê terorê bikin û pêwendiyên xwe li gel hemû aliyên leşkerî bi pêş bixin.”

ANHA