ŞEHBA

Komîteya Kar û Barên Civakî ya Meclisa Kantona Şehbayê hefteyek e mazotê li şêniyên Şehbayê û bi taybet koçberên ji herêmên Şehbayê ku ji aliyê Tirkiye û çeteyên wê hatiye dagirkirin, belav kirin.

Piştî ku komîteya jimartina malbatên koçber û xizan li kantona Şehbayê, navên 5 hezar û 400 malbatan di nava wan de hezar û 400 malbat li benda alîkariya lezgîn a mazotê hene.

Ji bo wê komîteyê di hefteyekê de 250 bermîl heta niha li wan malbatan belav kirine, tê payîn ku 200 bermîlên din li wan malbatan belav bikin. Komîte bi hevkariya komînên li gundan, navên malbatên belengaz tomar dike û mazotê digihîne wan.

Komîteyê heta niha li ser gundên Fafîn, Ehres, Wehşiyê û mezreyên wê belav kirine. Dê di rojên pêş de li Kefirnaya û Um El-Hoş bê belavkirin.

Tê payîn ku Meclisa Kantona Şehbayê mazotê li malbatên li navçeya Til Rifetê jî belav bike.

Derb arê mijarê de hevseroka Komîteya Kar û Barên Civakî Fatime Cimo teqez kir ku tevî zehmetiya peydakirina mazotê, ew hewl didin mazotê li malbatên xizan belav bikin.

Li aliyekî din jî şêniyê bi navê Mihemed Yûsif ji gundê Kefir Entewan spasiya meclisê kir ku mazot ji şêniyan re peyda kirine, di demekê de ku ambargo li ser herêmê tê meşandin.

(jo)

ANHA