GIRÊ SPÎ

Çalakiyên îro bi beşdarbûna malbatên şehîdan ên Kantona Girê Spî hate lidarxistin, şêniyên ku beşdarî konê çalakiyê bûn teqez kirin ku ked û lehengiya zarokên wan dan vala neçû û wan bi xwîna wan azadî qezenc kirin.

Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Zozan Ebûd bi navê şandeyên ku beşdarî konê çalakiyê bûn axivî û wiha got:"Bi saya lehengiya şehîdan em li ser vê xakê ne, wan parastina welat dan ser milê xwe, em ji mirinê natirsin ji ber em tevgera şehîdanin."

Çalakiyên kon hîna dewam dike.

(jo)

ANHA