GIRÊ SPÎ

Meclisa Jinên Sûriyê ji bo şîrovekirina geşedanên siyasî û leşkerî civîneke ji jinên bajarê Girê Spî re lidar xist.

Bi dehan jinên bajêr, rêveber û endamên meclis û komîteyên rêveberiya xweser ên kantonê û hejmarek zilam tev li civînê bûn.

Di civînê de Koordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriyeyê Lîna Berekat  axivî û got:" Divê em projeya demokratîk a Bakur û Rojhilatê Sûryeyê biparêzin.. Rista jin di serkeftina vê projeyê de pir mezin bû. lewre bi wê serkeftinê piştî ku bi salan ji mafê xwe yê jiyanê mehrûm bûye, karî xwe û fikra xwe îfade bike."

Lîna Berekat her wiha got: "Jinan dikarî roleke mezin di avakirina civakê de bilîzin û pêşenga serkeftina projeya demokratîk e."

Cîgira Koordînatora Giştî ya Meclîsa Jinên Sûriye Hêva Mehmûd di derbara siyaseta Tirkiye ya li herêmê de wiha û got:" Armanca û xewna dagirkeriya Tirk ne tenê dagirkirina parçeyên xaka Sûriye ne. Lê belê di heman demê de dewletên cîran wekî; Yunanistan û Ermenistanê û derdora wê jî dagir bikin, ji ber ku armanca wan sedema Osmanî vegerîne."

Meclîsa Jinên Sûriye ji mezintirîn saziyên jinan ên li Bakurê Sûryeyê ye. Li hemû bajarên Sûriye endamên xwe hene. Her wiha têkilî bi rêxistin û saziyên jinan ên li tevahî cîhanê jî heye.

ANHA