Bertekên civakê yên hewldanên redkirina zimanê dayikê û vegera li meteryalên hikumeta Şamê zêde dibin.
Di vê çarçoveyê de, xwedekarên dibistana Amadehî ya Şehîd Cahîde Ronak a li navçeya Tirbespiyê çalakiyeke ji bo bîranîna helbestvanê Kurd Cegerxwîn û redkirina vegera li meteryalên hikumeta Şamê li dar xist.
Xwedekaran hevoka "Zimanê me" çêkirin û sirûda zimanê Kurdî xwend. Her wiha xwendekara bi navê Aya Xelef helbestên Cegerxwîn xwendin.
Nûnerê dibistana Şehîd Cahîde Ronak, Silêman Bedir got: "Di demên dawî de nîqaşên der barê rakirina perwerdehiya bi zimanê zikmakî di nav partiyên Kurdî de derketin, em weke mamoste û xwendekar polîtîkkirina ziman şermezar dikin ji ber ku herêmê bi hezaran şehîd pêşkêş kir da ku çanda herêmê û fêrbûna bi zimanê dayîkê ya ku xewin bû, belav bikin."
Silêman diyar kir ku " Xewna şehîdan pêk hat. Em êdî di hemû astên xwendinê de bi zimanê dayîkê hîn dibin. Paymengeh û zanîngeh ava bibin ava bûne. Lê belê hin kes vê destkeftiyê red dikin, em gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê vê yekê napejirînin."
Silêman rola helbestvanê kurd Cegerxwîn ya ku banga fêrbûna bi zimanê dayîkê dikir destnîşan kir û got:" Em îro bibîr dixînin û teqezî dikin ku li ser rêya wî bimeşin û fêrbûna bi zimanê dayîkê bidomînin, ji ber ku zimanê me rûmeta me û jiyana me ye û tu kes nikar e wî asteng bike."
ANHA