Çavkaniyan diyar kir ku pêngava binçavkirinê bi rêya şaxê Muxaberatên Hewayî li herêmê tê kirin û bi dehan ciwan bi taybet Kurd hatine binçavkirin.
Çavkanî destnîşan kir ku şaxê muxaberatê dixwaze zêdeyî 150 kesî bê ku tu sideman diyar bike, bigre.
Ajansa me navên kesên ku ji aliyê rejîmê ve hatine binçavkirin bidest xist. Navên wan wiha ne: Îbrahîm Elî Îbo, Îbrahîm Eta, Mihemed Faris, Mihiyedîn Mihemed Mihmî, Hemûde Xerce, Ehmed Xelîl Bişar, Qasim Cimo, Edhem Yûsif Keramî, Elî Ehmed Fozan û Feysel Qasim Kalo.
Heta niha çarenûsa wan ne diyar e.
(bx/kc)
ANHA