Nûçegihanê me ji herêmê ragihand ku di saetên nîvro de, dewriyeyên hevbeş li hundirê Serêkaniyê geriyan û ber gundên wê ve çûn.
Nûçegihan diyar kir ku hejmarek ji erebeyên leşkerî yên QSD`ê û Koalîsyona Navdewletî beriya ku li nuqteyên xwe yên li bejahiya Til Helefê vegerin, li ber çerxerêya Berîdê ya hundirê bajêr rawestiyan, paşê li bazara navendî geriyan û ber bi gundên nêzî sînor ve çûn.
(eh)
ANHA