Bi sponseriya Desteya Çand û Hunerê ya herêma Efrînê û hevkariya Gerînendetiya Şûnwaran, bi slogana "Bangewaziya Şaristaniyê" duh pêşangeha wêneyên binpêkirinên dagirkeriya Tirkiyê der heqê şûnwarên li Efrînê de, hate vekirin.
Pêşangeh li hola Kampa Serdem a kantona Şehbayê hate vekirin. Di pêşangehê de wêneyên Efrînê berî ku ji aliyê Tirkiyê ve were dagirkirin, hatin daliqandin. Di pêşangehê de 48 wêneyên hatin pêşandan.
Wêneyên li ser xerakirin û hilweşandinên ku der heqê mal û milkên şêniyên Efînê de pêk hatine, her wiha binesazî û şûnwarên li herêmê ku ser destê dagirkeriya Tirkiyê hatine hilweşandin, tên pêşandan.
Li ser her wêneyekê cih, girîngiya dîrokê û şaristaniya li herêmê hatiye nivîsandin.
Îro endamên Meclisa Rêveber û Meclisa Qanûnsaz ên herêma Efrînê, endamên saziyên civaka sivîl û bi dehan şêniyên li Kampa Serdem dimînin, serdana pêşangehê kir.
Tê payîn ku pêşangeh heta sibê berdewam bike û ji hemû Efrîn, Şehba, sazî û komînên herêmê dê serdana pêşangehê bikin.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku di 18`ê meha Adara sala derbasbûyî de dagirkeriya Tirkiyê Efrîn dagir kir, di encamê de bi sedan ji sivîl bûn qubanî û binesazî û şûnwarên Efrînê hatin hilweşandin, lê hêj şêniyên herêmê li kampa Şehbayê û di hundirê Efrînê de li ber xwe didin.
(eh)
ANHA