Teqîn bi erebeyekê ku şêniyan ji çalakiya mertalên zindî ya li gundê Ziyaretê yê li ser sînorê Bakurê Sûriyê û Bakurê Kurdistanê vedigerand pêk hat. Di encamê de endama Mala Jin a Herêma Firatê parêzer Eyşe Mustefa Elî (45) û ajarokarê erebeyê Xalid Kemal Ehmed (28) jiyana xwe ji dest dan.
Di teqînê de 5 kesên din ku di erebeyê de bi sivikî birîndar bûn.
Birîndar ji bo nexweşxaneya Şehîd Zozan a bajarê Kobanê hatin veguhestin. Tevî hemû hewldanên bijîşkan Eyşe Mustefa Elî û Xalid Kemal Ehmed ên bi giranî birîndar bibûn jiyana xwe ji dest dan. Li gorî bijîşkan rewşa birîndarên din baş e.
Tê payîn ku cenazeyê Eyşe Mustefa Elî û Xalid Kemal Ehmed sibe Çarşemê li goristana Şehîd Dicle werin veşartin.
ANHA