KOBANÊ

Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk (KPC) ji bo astengdaran dibistanek li Peymangeha Şehîd Zozan vekir. Dibistan bi tevlêbûna gelek şêniyên Kobanê hat vekirin.

Dibistan hemû astengdarên ji 6 saliyê mezintir qebûl dike. Materyalên di dibistanê de werin dayîn, wekî yên dibistanên din in.

Di merasîma vekirina dibistanê de rêvebera Peymangeha Şehîd Zozan Ridwan Diharo diyar kir ku kesên astengdar ji civakê re ne bar in. Ridwan wiha got: “Armaca me ji vekirina dibistanê ew e ku astengdar xwe kêm nebînin. Em nahêlin xwendekarên astengdar bê xwendin bimînin."

Mamoste Ridwan bal kişand ser mamosteyên dibistanê ku ji çavên xwe astengdar in, mamoste Xelîl, mamoste Silêman, mamoste Mizgîn, mamoste Xemgîn û mamoste Mûna û diyar kir ku ev mamoste pêşengên projeya dibistana astengdaran in.

Xelîl Mihemed ku di çavên xwe de astendar e û mamosteyê dibistana astengdaran e, axivî û wiha got: "Em ji bo kesên ku cihê perwerdeyê ji bo astengdaran vekir, spas dikin. Ez dixwazim hemû civak zarokên xwe yên astengdar bigihîne me ji bo ku wek hevalên xwe bi pêş bikevin. Ez bi hêvî me ku astengdar tu car xwe kêm nebînin."

Sînevîzyonek ji aliyê Peymangeha Şehîd Zozan ve li ser astengdaran hate pêşkêşkirin. Her wiha Koma şehîd Dilava ya stranan û koma şanoyê derketin ser dikê, şano û stran pêşkêş kirin.

(ekîb)

ANHA