Di vekirina pêşangehê de şênî, endamên saziyên civaka sivîl û şandeyên Meclisa Kantona Hesekê beşdar bûn.
Di pêşangehê de bi sedan peyker, alavên mîrateyan ku nîşana çand û folklora herêmê ne û gelek alavên destçêkirî hatin pêşandan.
Têkildarî pêşangehê hevserokê meclisa bajarokê Sêgir Wîsam Osman axivî û wiha anî ziman: "Armanca vekirina vê pêşangehê vejandina kelepora kurdî ye."
(eh)
ANHA