Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefa diyar kir ku ji nav pêketiyan 87 mêr in û 99 jin in û li van herêman in:
Hesekê: 36
Qamişlo: 41
Dêrik: 72
Girkê legê: 10
Amûdê: 9
Rimêlan: 6
Dirbêsiyê: 6
Çilaxa: 6
Tirbespiyê: 1
Kampa Holê: 1
Şehba: 3
Her wiha Ciwan Mistefa destnîşan kir ku ji nav nexweşiyên koronayê 11 kes baş bûne.
Bi van daneyan hejmara giştî ya pêketiyên koronayê gihaşt 4 hezar û 350 kesî, ji wan 119 kesan jiyana xwe ji dest daye û 704 kes baş bûne.
ANHA