REQA

Pompa Reqet El-Semra li ser çemê Feratê ye, beriya 2 salan ji ber bûyerên li Reqayê, ji xizmetê derketibû.

Piştî kar û însiyatîfa ji aliyê Komîteya Çandiniyê û Avdanê ya Meclisa Sivîl a Reqayê ve bi hevkariya rêxistina El-Înma, pomp di 4 mehan de hate sererastkirin.

Pompa Reqet El-Semra avê dide bajarokê El-Hemrat û 60 hezar donim erd av dide. Ji pompa Reqet El-Semrat û El-Hemrat gundên Reman, gundê El-Hemrat, Mezra Bedir, Reqet El-Semra û gundê Ebdil El-Xelîl fayde dibînin.

Der barê mijarê de, ajansa me bi berpirsê pompê Feysel El-Elî re hevpeyvînek çêkir. El-Elî wiha got: "Girîngiya kar di projeya destekdayîna di aliyê çandiniyê de û bihêlin ku cotkar careke din çandiniya xwe bikin, ji ber ku gelek şênî pişta xwe didin çandiniyê û çavkaniya sereke ya peydakirina debara wan e.”

Feysel El-Elî destnîşan kir ku niha pompa avê amade ye ku di demsala zivistanê de dewam bike û pêşwaziya demsala havînê bike.

(jo)

ANHA