QAMIŞLO

Bi însyatîfa Desteya Rêveber a KNK – Rojava komîteyek ji 5 endamên hate avakirin. Erka komîteyê ew e ku bi hemû partiyên siyasî yên kurdî re bikeve nava têkiliyan, da ku li hemberî gefên dewleta Tirk li dijî gelê Kurd, Rojava û Kurdistanê yekitiyekê ava bikin.

Komîteyê bi hevkariya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk weke pêngaveke destpêkê ji bo amadekirina hewayeke diyalogan derfet da hindek partiyên siyasî yên buroyên wan neruxsetkirî ,buroyên xwe vekin. Rêveberiyê bi daxuyaniyekê derfet da pariyan ku buroyên xwe vekin û erka xwe pêk bînin.

Îro jî di çarçoveya xebatên komîteyê de şandeyeke ji KNK`ê şaxê Rojava serdana navenda Kombûna Partiyên Demokrat ên Çep ên Kurd li Sûriyê kirin (KDÇk). Şande ji endamê Meclisa şêx û rûspiyên Dêrikê Şêx Sînan Ehmed, Serokê Yekitiya Nivîskaran a Sûriyê Dîlawir Zenkî, Endamê Desteya Rêveber a KNK`ê Deriya Remedan, pisporê Şûnwarî û mamosteyê Zanîngeha Rojava Silêman Eliyas pêk hat.

Şande ji aliyê Serokê Pariya Kesek a Kurdistanê Luqman Ehmê, Hevserokê Partiya Guhertin a Kurdistanê Dr Kamîran Hisên, Endamê Tevgera Nûkirin a Kurdistanê textor Menal Mihemd û berpirsê Ragihandinê yê Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistanê Îbrahîm Berekat hate pêşwazîkirin.

Civîn ji dezgehên çapemeniyê re girtîbû.

Partiya Kesk a Kurdistanê, Partiya Guhertin a Kurdistanê, Tevgera Nûjen a Kurdistanê û Partiya Yekitiya Kedkarên Kurdistanê xwe di bin sîwana Kombûna Demokratîk a Çep a Kurd li Sûriyê  bi rêxistin dikin.

Di vê çarçoveyê de, Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê der barê nîqaşên ku di civînê de di navbera şendeyê û kombûyînê de hatin lidarxistin her wiha helwestên wan ji însiyatîfa KNK`ê ji ajansa me ANHA`yê re axivî.

Ehmê got KNK`ê şaxê Rojava bi destpêka sala nû re dest bi însiyatîfa yekitiya partiyên siyasî yên kurdî kir. Ehmê diyar kir ku komîteyê serdana wan kir, civîn bi Kombûyîna Demokratîk ku ji 4 partiyan pêk tê hate li  dar xistin. Ehmê wiha got:"Em piştgiriya  vê gavê dikin û emê destekê bidin komîteyê."

Ehmê teqez kir ku dema ku civîn an jî hevdîtinên şêwirmendiyê ji bo yekbûna tevgera siyasî kurd li Rojava ew amade ne beşdar bibin.

Li ser nîqaşên ku di navbera wan de çêbûn, Ehmê diyar kir ku li ser çawaniya van partiyên Kurd piştgiriya vê însyatîfa Kongreya Netewî ya Kuristanî û serkeftina wê bê kirin ku dikaribin gelê xwe biparêzin.

Komîteya KNK‘ê – Rojava, gelek civîn bi partiyên kurd mîna Koalisyona Niştîmanî a Kurd li Sûriyê û Partiya Demokratîk a Pêşverû ya Kurd li Sûriyê li dar xistiye û teqez kiriye ku ew piştgirî û desteka vê însyatîfa KNK‘ê dikin, lê Partiya Demokratîk Pêşverû Kurd li Sûriyê hîna helwesta xwe diyar nekiriye.

(bx)

ANHA