Navenda Çavdêriyê ya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku karwanekî leşkerî yê artêşa Tirk ku ji 35 alavan pêk dihat ji deriyê Bab Hewa yê sînor bi Lîwa Iskenderon re yê bakurê Idlibê re, derbasî herêmên bê çek bû.
Karwanê dagirkeriya Tirk ku ji 35 alavan pêk dihat îro di saetên sibê de ber bi nuqteyên çavdêriyê li bejahiya bakurê Hemayê ve, çû.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku hêzên rejîma Sûriyê, noqteyeke çavdêriyê yê li gundê Şîrmixar ê bejahiya rojavayî Hemayê di hefteya borî de, topbaran kir.
(bx)