Kar û xebatên şaredariyan li Şehba û Şedadê berdewam in

Şaredariya Gel a Şedadê restorekirina rêya giştî bi dawî kir, niha jî amadekariya restorekirina stasyona avê ya li taxa Sînaa dike. Şaredariya Gel a Şehbayê jî xebatên sererastkirina rêyan berdewam dike.

Şaredariya Gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê piştî ku toreyên kanalîzasyonê zift kirin, dest bi sererastkirina Kolana Mizgefta Mezin bi dirêjahiya 500 metreyan kir.

Cîgirê hevserokê Şaredariya Gel Husam El-Taan destnîşan kir ku niha ew hewl didin stasyona avê ya li taxa Sînaa sererast bikin û rêya Kaniyê bi dirêjahiya 5 km bi qûmê dadigirin.

Rêya ku şaredarî dê sererast bike li rojavayê navçeyê ye û zêdetirî 20 gundan bi hev ve û bi navendê ve girê dide.

Hûsam El-Teyan diyar kir ku ew niha projeyên sererastkirina parkên giştî yên li navçeyê, projeya toreya kanalîzasyonê bi dirêjahiya 400 metreyan di nava taxên navçeyê de nîqaş dikin.

ŞEHBA

Tevî derfetên kêm, lê dîsa jî Desteya Şaredariyan a Herêma Efrînê di çarçoveya berdewamkirina xebatên xwe ji bo sererastkirina 20 km û ziftkirina 6 km ji rêyan li kantonê de, dest bi sererastkirin û ziftkirina rêyan kir. Di nav de rêya di navbera navçeya Ehdas û Dibistana Muşat de ya bajarokê Fafînê.

Li gorî hevserokê Komîteya Şaredariya Şehbayê Mihemed Elo ew hewl didin qîrê peyda bikin, lê ji ber rewşa kantonê zehmetiyan dikişînin. Di vê dawiyê de neçar mane qîrê ji cihekî bikirin û li cihekî din germ bikin.

Mihemed Elo di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser plansaziya şaredariyê û wiha pê de çû: "Em ê kar û xebatên xwe berdewam bikin, ji rêya navçeya Ehdasê heta rêya bajarokê Kefer Nayê û têketina bakurê gundê Til Qirahê jî sererast bikin û ji rêya Ehresê heta bi Um El-Hoş jî dê bi madeya Iszîro dagirin."

(eh)

ANHA


Mijarên Din

Li Efganistanê teqîn