EFRÎN

Odeya Çalakiyan a Xezeba Zeytûnê bi daxuyaniyekê diyar kir ku hêzên wan li dijî çeteyên Feyleq El-Şam çalakiyek pêk anî.

Daxuyaniya Xezeba Zeytûnê wiha ye:

"Hêzên me di 16`ê Tîrmehê de li dijî çeteyên Feyleq El-Şam li herêma Etme ya girîdayî parêzgeha Idlibê çalakî pêk anîn û di encama wê de depoya cebilxaneyê û kargeha boyaxê hatin teqandin û 5 çete hatin kuştin û 6 jî birîndar bûn. Her wiha gelek zerarên madî çêbûn. Em tekez dikin ku her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye, wê hesabên mezin ji wan were xwestin. Dewleta tirk a dagirker nikare wan biparêze. Pêwîst e ji Efrînê derkevin. Hetanî ku gelê Efrînê koçberî be, wê yek ji çeteyan di malê xwe de rehet nemîne. Em li hemû deverên ku zilm û zordarî ji aliyê artêşa tirk a dagirker û çeteyên wê ve li ser gelê me tê meşandin em li wê derê ne. Ji ber vê yekê jî em soz didin her kesê ku destê wan di dagirkeriya Efrînê de heye û mal û milkên gel talan kirin û heqaret li gel kirin, dê hesabên giran ji wan werin xwestin. Wekî ku me soz da we, tiştên tên girantir in. Efrîn, sebir bike, tohildan tê."

(bx/ew)

ANHA