Serokwezîrê Iraqê Adil Ebdulmehdî ku Fermandarê Giştî yê Artêşa Iraqê ye duh êvarî têkildarî hebûna hêzên biyanî yên li Iraqê daxuyaniyek nivîskî da. Adil Ebdulmedî eşkere kir ku wê rê din bêyî destûra Iraqê ti welatek li ser xaka Iraqê kar û tevger bike. Di daxuyaniyê de wiha tê gotin welat ji ber şerê navxweyî û derve di rewşek aloz re derbas dibe û Iraq ji ber wêrankarî û kiryarên terorîstî dinale. Herwiha tê destnîşankirin ku rêxistinên weke Qaîde û DAIŞ'ê beşek ji xaka Iraqê dagirkiribûn û piştre jî ji aliyê artêşa Iraq, Heşdî Şebî, pêşmerge û heşdî eşîran ve serkeftinek mezin hate bi dest xistin.
Di daxuyaniya Adil Ebdulmehdî de ev sê xal tên destnîşan kirin;
"Em rê nadin ti hêzek biyanî li ser xaka Iraqê bêyî destûr, lihevkirin û kontrola hikûmeta Iraqê kar û tevger bike. Qedexe ye bêyî lihevkirinê qet hêzeke biyanî li ser xaka Iraqê çalakî bike.
Rê nadin ti welatek herêmê yan welatek din li ser xaka Iraqê hebûna wan hebe. Yan li dijî her aliyek din tevger bikin. Çi welatek biyanî be, yan jî welatek cîran be.
Rê nayê dayîn qi hêzek Iraqî yan jî ne Iraqî ji derveyî desthilata Fermadariya giştî ya hêzên çekdarî kar bike."