HRE`yê têkildarî mijarê, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
Daxuyanî wiha ye:
“Di çarçoveya çalakiyên xwe ên leşkerî li hemberî artêşa dagirker a Tirk û çeteyên wê de li herêma Efrîn û derdora wê, hêzên me komên çete li navenda bajarê Efrînê kirin armanc.
Di dîroka 19`ê Hizêranê de, yekîneyek me li ser rêka di navbera herêma "dewara Kawa" û herêma "Qews" li navenda bajarê Efrînê çalakiya sabotajê li dijî dewriyekê çeteyên girêdayî dewleta Tirk a dagirker ku ji 3 seyareyan pêk dihat li dar xistin. Di encamê de çeteyek hat kuştin û 6 çete jî ku rewşa 4 ji wan giran e birîndar bûn, her weha 2 seyare jî derbe xwarin.”
(kc)