Li gorî nûçeya ANF`ê ku gerîlayên HPG û YJA-Starê li dijî êrîşên qirkirin û dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li dijî Başûrê Kurdistanê, şevê din rêzeçalakî lidar xistin.
Gerîlayan li herêma Hergol a Zapê, Tepebay a Çarçella û Girê Şehîd Sarya ya Xakûrkê li dijî leşkerên Tirk çalakî lidar xistin. Di çalakiyan de herî kêm 10 leşkerên Tirk hatin kuştin.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (HPG-BÎM) heta niha têkildarî çalakiyan daxuyaniyek nedaye.