SELAH ÎBO

Piştî çend rojan ji kontrolkirina herêmên berfireh ji rojavayê gundewarên Helebê û başûrê gundewarên Idlibê ji aliyê çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam (El-Nusra ya berê) ve, Heyet Tehrîr El-Şam gef li çeteyên El-Cebhe El-Weteniyê ya Tehrîrê xwarin. Ev jî niyeta El-Nusrayê di kontrolkirina tevahiya herêma bêçek de ku serokê Rûsyayê Pûtîn û serokkomarê Tirkiyê Erdogan di 17'ê Îlona 2018'an de li ser wê li hev kiribû, diyar dike. Ev jî tê wateya ku El-Nusra dê destê xwe deyne ser rêyên bazirganiyê yên di navbera Heleb, Şam, Laziqiye û Hemayê de û bi tena serê xwe lê hakim be. Di vir de girêdayî pêşeroja lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê û kî desteka tevgera El-Nusra dike û ji bo berjewendiya kê ye, gelek pirs xwe didin pêş.

Di çaryeka dawî ya sala borî de, li paş perdeya siyaseta di navbera Rûsya û Tirkiyê de girêdayî plana Rûsya-Tirkiyê, pêwîstiya vegera rêyên bazirganiyê ji rêjîma Sûriyê re, di serî de rêyên di navbera deriyê sînor ê Bab El-Hewa li Idlibê, Heleb û Lazîqiye de gotegot hebûn. Di nîşaneyekê de ji bo vegera bazirganiyê di navbera Tirkiye û Sûriyê de û ji wir ber bi Urdnê ve bi rêya deriyê sînor ê Nasîb ku Sûriyê di dawiya sala borî de vekiribû. Ev xeta bazirganiyê ya ku Bakurê Sûriyê bi beravê, hundirê Sûriyê û bi sînorên Lubnanê ve girê dide, plana Rûsyayê ye. Sûriyê wek pirek di navbera dewletên Rojhilata Navîn, Ewropa û dewletên Kendavê de bi rêya Urdnê, Îranê bi rêya Iraqê tê hesibandin. Rûsya bi armanca ku bazirganiya Sûriyê ji nû ve geş bike û dorpêça dewletên Ereb û herêmî li ser Sûriyê bişikîne, dixwaze plana xwe pêk bîne.

Tehrîr El-Şam (El-Nusra) bi awayekî fiîlî rêyên bazirganiyê yên bakur kontrol dike

Heyet Tehrîr El-Şam ku wek rêxistineke terorîst di lîsteyên navdewletî de tê sinifandin, plana xwe ji bo ku rêyên navdewletî yên ku Bakurê Sûriyê bi herêmên navîn û rojava ve girê dide, bixe bin serweriya xwe, dimeşîne. Di van demên dawî de her du rêyên ku deriyê sînor Bab El-Hewa yê Tirkiyê bi Helebê ve girê dide, xist bin kontrola xwe, piştî ku bi temamî rojavayê gundewarên Helebê lê serwerî kir. Heyet Tehrîr El-Şam piştî ku bajarên Ataribê û Dart Izê xistin bin serweriya xwe û çeteyên Nûredîn El-Zinkî û komên din ku berê pê re li hev kiribû, qewirandin, berê xwe da bajarê Erîha li ser rêya Heleb-Lazîqiye û derdora Mearêt El-Neman li ser rêya Heleb-Hemayê û çekdarên xwe kom dike da ku bixe bin serweriya xwe.

Tehrîr El-Şam piştî ku bi temamî xeta sînor a di navbera Efrîn û Idlibê de kir bin serweriya xwe, herêma Idlibê ji bakurê gundewarên Helebê ve qut kir. Ev geşedanên dawî li ber çavên Tirkiyê rû didin. Tirkiyê leşkerên xwe li ser 13 noqteyan ku piraniya wê di herêmên serweriya El-Nusra de ne belav kirine. Lê dîsa jî bêdengiya Tirkiyê li gel berfirehbûna El-Nusrayê domdar e. Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam leşkerên Tirk dema derbasî Sûriyê bûn, piştî aktîfkirina lihevkirina Soçiyê ku di encamê de Tirkiyê noqteyên xwe li Idlibê belav kirin, diparast.

Gelo ehmeqiya opozîsyonê hişt El-Nusra serweriya xwe berfireh bike?

Di vir de mirov dikare rola Tirkiyê di dirêjkirina terorê li Idlibê de pirs bike. Gelo bi rastî Tirkiye desteka vê dirêjkirinê dike?

Dibe ku bûyera gulereşandina çeteyên Sultan El-Murad li ser komên çeteyên Tevgera Ehrar El-Şam a Îslamî yên ku ji bo piştgiriya çeteyên Nûredîn El-Zinkî ji Efrînê derketin, hemû bersiv û analîzan kurt bike. Li gorî çavkaniyên ji hundirê Efrînê, dewleta Tirk destûr neda tu komek ji çeteyên wê, bi taybet Tirkmen (Sultan Murad û El-Hemzat) mudaxeleya şerê Tehrîr El-Şamê bikin. Armanc jê ew bû ku ji komên çekdar ên ku heya 2017’an girêdayî Amerîka û dewletên Kendava Erebî bûn, mîna tevgerên îslamî di bin banê tevgera Cebhet El-Tehrîr El-Weteniyê de werin tasfiyekirin (ev tevger bi îzaha MÎT’a Tirk bi armanca rewakirina hebûna Tirkiyê li Idlibê û bi rêya tevgerê têkbirina Cebhet Tehrîr El-Şam di 2018’an de hate avakirin û desteka xwe yekser ji Tirkiyê digire). Lê piştî çend mehan ji propagandaya siyasî û çapemeniyê, xuya bû ku tevger ne li gorî ku MÎT’a Tirk plan kiribû, tev digere. Çeteyên tevgerê ji bilî tevliheviyên ewlehiyê, revandina sivîlan ji bo girtina fidyeyan û kuştina serçeteyên Tehrîr El-Şam tiştek ji daxwazên MÎT’ê pêk neanî.

Tirkiye serkêşiya tekane ya tevgerên El-Nusra ye

Tirkiye di avakirina têkiliyan bi çeteyên Tehrîr El-Şam re ku Idlib û derdora wê xistine bin serweriya xwe, zehmetiyê nabîne, ji ber ku wan koman artêşa Tirk a dagirker dema avakirina 13 noqteyên çavdêriyê parastin. Tevî wê jî çeteyên Tehrîr El-Şam bajarê Idlibê ji aliyên xizmetguzarî û îdarî ve bi rêya hikumeta rizgariyê bi rê ve dibin û Tirkiyê bi awayekî veşartî bi rêya rêxistinan alîkariya desteka aborî ji wan re pêşkêş dike. Her wiha Tirkiye biryara hindek komên terorîst ên aligirên Tirkiyê dide, di serî de El-Hizb El-Tirkistanî beşa herî mezin a koma Heyet Tehrîr El-Şam e. Tevî wê têkiliyên neyekser di navbera Heyet Tehrîr El-Şam û Rûsyayê de ji aliyê bazirganiyê ve hene ku di encamê de korîdora Mork bi sponseriya Rûsyayê di navbera gundewarên Hema û herêmên di bin serweriya rêjîma Sûriyê de hate vekirin. Rûsya bi armanca xurtkirina bazirganiyê û vegera koçberan ji herêmên di bin serweriya rêjîmê de vekir. Tê texmînkirin ku topbarana dawîn a Rûsyayê ji herêmên ku Heyet Tehrîr El-Şam tê de bi pêş de diçe, tenê şanoyek be.

Li gel van aloziyên siyasî û aborî yên navdewletî ku li Idlibê rû didin, dibe ku bandorê li pêşeroja herêmê di demeke nêz de bike. Bi taybet girêdayî lihevkirinên Rûsya û Tirkiyê û karîna Enqereyê di şerê terorê de mîna ku îdia dike û di bin re desteka wê dike.

Armancên siyasî yên tevgera El-Nusra çi ne?

Kontrolkirina çeteyên El-Nusra a qada Idlibê, jixweber dabeşkirinekê di nav komên çete yên girêdayî Tirkiyê de çêdike, ji aliyekî li ser bingeha îslama radîkal û ji aliyekî din ve berxwedana wan çeteyan di mayînê de li ser erdê, bêyî alîkariya leşkerî ya Tirkiyê. Tirkiye dê vê kaxizê li dijî komên çekdar ên ku bi awayekî demkî girêdayî hin hêzên navdewletî û herêmî, bi kar bîne. Tirkiye bi vê yekê dê wan di şerên xwe yên li dijî rojhilatê Firatê yan jî li dijî El-Nusra li Bakurê Sûriyê bi kar bîne. 

Ev senaryoya herî nêz e ya lîstika jeoleşkerî ya Idlibê ye ku diyar e ji valahiyê nehatiye. Lê belê planeke Rûsya-Tirkiyê ye bi desteka Sûriyê. Armancên wê jî gelek in. Jê bidawîkirina hebûna opozîsyona Sûriyê li Idlibê, ew jî piştî ku çeteyên Tehrîr El-Şam ala şoreşa Sûriyê li bargehên El-Zinkî binpê kirin, diyar bû. A din, zexteke leşkerî û siyasî li QSD‘ê bikin bi rêya gefên êrîşan û vegerandina Sûriyê ji noqteya sifirê re, heger rêjîma Sûriyê û Îranê hewl bidin bi gefan li ser ewlehiya Heleb, Hema, Humsê û vekirina eniyên nû li herêmê bi desteka Tirkiyê veke rêgeza lîstikê biguhere.

Tevî hemû tiştên ku hatin gotin, mirov dikare bibêje ku bi hebûna El-Nusra hêzên herêmî û navdewletî (Rûsya û Tirkiye) dikarin lihevkirinên xwe pêk bînin li gel pêşdeçûnên dawîn li Sûriyê bi giştî û piştî biryara Amerîkayê û guhertina bicihbûna hêzên cuda. Teşeya heyî ya serwerkirinê dê hêzeke duqat ji aliyê aborî û şer de bide Heyet Tehrîr El-Şam, ji ber ku niha Idlib îro wek navendeke aborî û bazirganî girîng e û xuya ye ku lihevkirina Tirkiye û Rûsyayê bi vekirina rêyên bazirganiyê êdî nêz bûye.

(şx)

ANHA