Dîplomatan ji bajarê Cinevê ji Reutres`ê re gotin, tê payîn wezîrên karên derve yên Ermenistan û Azerbêcanê, bi nûnerên Fransa, Rûsya û DYA`yê re bicivin.
Her du wezaretên derve yên Ermenistan û Azerbêcanê piştrast kirin ku her du wezîrên wê gihaştine Cinevê.
Şerê herî dijwar li başûrê Kafkasyayê ji zêdetirî 25 salan ve, metirsiyên rûdana şerekî firehtir ku dibe bigihêje Rûsya û Tikriyê çêdikin. Her wiha xetên ku petrol û gazê ji Azerbêcanê vediguhêzînin sûkên cîhanî, tehdîd dike.
Serokkomarê Rûsyayê Vladimir Putin roja pêncşemê gotibû dewleta Tirk a ku banga roleke mezintir dikir, divê di nava dewletên ku tev li dan û standinên bidawîkirina şerê de cih bigire.
Berdevkê Kremlin Dmitry Peskov îro ji rojnamevanan re axivî û got hêzên parastina aştiyê wê bê erêkirina Ermenistan û Azarbêcanê derbasî herêma şer nebe.
Sê lihevkirin agirbestê bi navbeynkariyên DYA, Rûsya û Fransayê bi bin ketin.
Şandeya Amerîkayê ya li Cinevê tevlêbûna xwe di dan û standinan de piştrast kir û got DYA`yê bangawaziya xwe ji Ermenistan û Azerbêcanê ji bo agirbestê didomîne.
(şx)