EFRÎN

Eşkere ye ku Serokkomarê dewleta Tirk a dagirker Recep Tayyîp Erdogan, siyaseta “derewan bike, derewan bike, heta tu bixwe ji wê derewê bawer bikî û herkesî bidî bawerkirin” diemşînin. Ruxmî ku kiryarên wan wergera derewên wan in, lê hîna jî derewan dikin û ji cîhanê dixwazin bi wan derewan bawer bikin! Ji nûtirîn derewên wan îdiaya Erdogan ku ew, “ji bo rizgarkirina herêmê û parastina gelê Kurd” diwaze têkeve Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Lê li vir pirsek xwe dide pêş; gelo rizgarkirina herêmê û parastina gelê Kurd dê mîna ku li Efrînê be?

Beriya ku artêşa Tirk a dagirker êrîşî Efrînê bike, Erdogan heman daxuyaniyên ku dagirkeriyê bi 'rizgarkirinê', qirkirin û koçberkirinê bi 'parastinê' bi nav dike, ragihandibûn. Lê piştî dagirkirina Efrînê rastiya niyetên Erdogan eşkere bûn. Artêşa Tirk a dagirker hemû binpêkirin li ser Efrînê pêk anîn. Di vir de em ê hindek binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê li Efrînê ku idîa dikir ku Efrîn rizgar kiriye û şêniyên wê parastiye, bi bîr bixin.  

Komkujî, revandin û koçberkirin

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê di êrîşên xwe yên li dijî Efrînê de hemû cureyên çekên pêşketî bi kar anîn, bi taybet jî balafir. Di encamê de zêdetirî 12 komkujî pêk hatin. Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Cizîrê di civîneka ku li bajarê Kobanê de, bi boneya Roja Mafên Mirovan di sala 2018'an de li dar xistibû. Di civînê de hat diyarkirin ku  hejmara kesên di encama topbarana artêşa Tirk de li kantona Efrînê hatine qetilkirin 783 kes in, 153 sivîl jî piştî dagirkirinê bi rêbazan cuda hatine qetilkirin, di nav de 36 jin û 54 zarok. 

Her wiha hejmara jinên ku di dema dagirkirinê de hatine qetilkirin, gihaştiye 207, ji bilî yê ku nehatine belgekirin.

Ji aliyekî din ve hejmara kesên ku piştî dagirkirinê hatine revandin, nêzî 3 hezar kese di nav de jin, zarok û kesên temen mezin jî hene. Ji roja dagirkirinê heta roja îro çarenûsa wan nayê zinîn. Heta niha hatiye belgekirin ku nêzî 55 jin û zarok ji aliyê leşkerên artêşa Tirk û çeteyên wê ve hatine tecawizkirin.

Tevî wê jî dagirkeriya dewleta Tirk, bi hezaran şêniyên Efrînê neçarî koçberiyê kiriye û niha piraniya wan di nav kampên kantona Şehbayê de bi cih bûne.

Wêrankirina binesazî û xwezaya Efrînê

Artêşa Tirk a dagirker di êrîşên xwe de zêdetirî nîvê malan, dikan, navendên saziyên sivîl, saziyên av, kehrebe, firin, kargehên guvaştina zeytûnê, dibistan, cihên dîrokî û hwd wêran kirin.

Binpêkirinên artêşa Tirk û çeteyên wê di vir de neman, çeteyan bi hezaran darên zeytûnê û daristan hil kirin, daristan bi rûbarên berfireh şewitandin û gelek şûnwar talan kirin û parçeyên dîrokî li Tirkiyê firotin.

Tunebûna ewlehî û aramiyê

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ewlehî û aramiya Efrînê têk bir. Çeteyên wê bi serbestî didizin û milkên welatiyan talan dikin li gel ku tevgera şêniyên Efrînê yên resen bi sînor kiriye û bacê li wan dibire. Tevî wê jî çete li ser parvekirina milkên welatiyan ku talan kirine, pev dikevin.

Guhertina demografîk

Li gorî raporên hatine belgekirin û ji Meclisa Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî re hatine şandin, tê de hatiye teqezkirin ku armanca Tirkiyê ya stratejîk ji dagirkirina Efrînê ew e ku bi rêya koçberkirina şêniyên wê yên resen û bicihkirina çeteyan û malbatên wan, demografyaya Efrînê biguherîne.

Tirkiyê bi rêya guhertina navên gund, qad, sazî, tepeserkirina nasnameya çandî ya kurdî ya Efrînê, derxistina nasnameyên tirkî, asîmîlekirina herêmê bi rêya ferzkirina zimanê tirkî di materyalan de û rakirina zimanê kurdî ji dibistanan, dixwaze bigihîje armanca xwe di guhertina demografyaya herêmê de.

Ev rêbaza Erdogan a rizgarkirin û parastina gelê Kurd e! Îro jî bi heman derewan dixwaze cîhanê bixapîne.

(şx)

ANHA