ŞEHBA

Komîteya Edaleta Civakî ya Jinan a Kantona Efrînê bi armanca şermezarkirina êrîşên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ku ev salek e li ser Efrînê tên kirin, daxuyaniyek da.

Daxuyanî li pêşiya navenda Kongreya Star a navçeya Ehdas a kantona Şehbayê hat dayîn. Daxuyanî ji aliyê endama komîteyê Cîhan Şêxo ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

"Ev salek di ser dijminatiya Tirkiyê li ser kantona Efrînê re derbas dibe, dewleta Tirk û çeteyên wê dijminatiya hovane di 20`ê Çileya 2018’an de bi ser bajarê zeytûnan Efrînê de pêk anîn û gelek sûcên mirovahiyê kirin.

Piştî 2 mehan ji berxwedana bêhempa ku şervanên me ji bo parastina ax û gelê xwe kir, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kantona Efrînê dagir kir, mal rûxandin, avahî anîn xwarê, binesaziya wê xerab kir, jin, zarok, kal û pîr qetil kirin, destdirêjî li jinan kirin û gelê wê dan koçberkirin.

Tevî vê yekê jî hîna dewletên xwedî hikum, rêxistinên navneteweyî, mafparêz û mirovî li hember kiryarên dewleta Tirk ên li ser gelê Efrînê bê deng in, ji ber vê yekê jî heta niha jî Tirkiye di karê xwe yê qirêjî de berdewam e.

Em wek jinên edaleta civakî yên herêma Efrînê teqez dikin ku dewletên ku çavên xwe berdane xaka Sûriyê, rê dane ku Tirkiye û çeteyên wê sûcan pêk bînin. Dewletên ku  navê parêzvanên gel û xaka Sûriyê, parêzvanên demokrasiyê li xwe dikin, tenê dereweke mezine û tu rastiya xwe nîn e.

Em dixwazin rê û çareseriyek ji sed hezaran gelên Efrînê re were peydakirin ku di kampan de, di rewşên herî zehmet de dijîn, vegerin bajarê xwe.

Em pirs dikin, çima rêxistinên navneteweyî yên mafparêz ku heta niha bê deng in? Em dibînin ku dewletên mezin tenê berjewendiyên xwe diparêzin û divê helwesteke adil nîşan bidin.

Em dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên wê yên li Efrînê bi tundî şermezar dikin û teqez dikin ku em ê berxwedana xwe bidomînin heta ku em vegerin Efrînê. Em ê tola xwîna şehîdên xwe rakin û li Efrînê ala serkeftinê li ba bikin. Em serê xwe natewînin û soza ku me dabû şehîdan, em ê pêk bînin."

Daxuyanî bi dirûşmeyên silavkirina Berxwedana Serdemê û jinan bi dawî bû.

(jo)

ANHA