8 roj e peyamnêrê Rojnewsê Zubêr Biradostî li bajarokê Sîdekan ê ser bi navçeya Soran a Hewlêrê ve, ji aliyê pêşmergeyên PDK’ê ve hatiye binçavkirin.
Rêveberê Rêxistina 17’ê Sibatê ya ji bo Mafên Mirovan Regez Kemal, dosyaya binçavkirinê ya Zubêr Biradostî bir rêxistina navneteweyî ya taybet ji bo parastina mafên rojnamegeran.
Heya niha dosyaya Biradostî ji bo Federesyona Rojnamegerên Navnetewî (IFJ) û Komîteya Parastina Rojnamegeran (CPJ) hatiye şandin.
Regez Kemal li ser vê mijarê ji Rojnewsê re axivî û got: “Ev rêxistinên ku me dosya ji bo wan şandine, soz dane ku ew ê di demeke nêzîk de lêkolînê li ser vê dosyaya binçavkirina Zubêr Biradostî bikin.”
8 roj e peyamnêrê (nûçegihan) Rojnewsê Zubêr Biradostî ji aliyê pêşmergeyên ser bi PDK’ê ve hatiye binçavkirin û heya niha jî tu zanyariyek li ser nîn e. Hêza ku Zubêr Biradostî binçav kiriye jî îdia dikin ku tu haya wan ji binçavkirinê tune y.
Li gorî lêkolînên hatine kirin û zanyariyên ji kesekî nêzî Zubêr Biradostî hatine wergirtin, Zubêr Biradostî ji aliyê îstixbarata Fermandeya Helgurd a ser bi Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ve ji bo baregeha fermandariyê hatiye bang kirin, piştre hatiye binçavkirin û şandine bajarokê Mesîf ê ser bi Hewlêrê ve. Ji malbat û xizmên Zubêr re ragihandine ku qet pirsa wî nekin, heya ku ew bi xwe xeberekê didin malbatê.
Li gorî zanyariyên hatine bidestxistin, asayîşê ragihandiye ku sedema binçavkirina Zubêr Biradostî ji ber karê wî yê rojnamevaniyê li herêma Biradostê ye.
Ajansa Nûçeyan a Rojnewsê peywendî li gel fermandarê Fermandeya Helgurd a ser bi PDK’ê Behram Arif re kir, lê wî fermandarî ragihand ku tu haya wan ji binçavkirina Zubêr Biradostî nîn e.