Pêşangeha Pirtûkan a Sêyemîn a Herekol rojane bi dehan mêvanên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêşwaz dike. Ev jî nîşaneya girîngiya pêşangehê ye ku Desteya Çand û Hunerê ya Herêma Cizîrê li dar xistiye.
Di roja 4’emîn a çalakiyên pêşangehê de, Navenda Şopdarên Rojê 25 fotografên destanên şervanên QSD, YPG, YPJ’ê û Erka Xweparastinê û wêneyên şerê dawîn ê QSD’ê yê li Baxozê piştî tunekirina çeteyên DAIŞ’ê, pêşkêş kirin.
Rêveberê Navenda Şopdarên Rojê Reşo Kasan diyar kir ku her wêneyek ku hatiye kişandin, rewşeke xwe ya taybet heye. Her wêneyek jî têkoşîn û berxwedana şervanan a girêdayî eniyên şer derdibirîne û wiha got: "Bi van wêneyan, me xwest têkoşîn û berxwedanê bi rêya destanên şervanên YPG, YPJ û QSD’ê eşkere bikin."
Kasan îşaret pê kir ku di pêşangehê de 25 fotograf û li rexê jî 14 pirtûkên cur bi cur wekî çandî, roman, pirtûkên li ser nêrîna jinan ji aliyê leşkerî ve û pirtûkên dîroka şoreşên kurdî, hene.
L pêşangehê 113 hezar pirtûk, ji 8 hezar û 500 sernavên çandî, civakî, zanistî, olî, felsefî, şûnwarî, dîrokî û bi zimanên erebî, kurdî, suryanî û îngilîzî hene.
Pêşangeh dê heta 25’ê Tîrmehê bidomin.
(fr)
ANHA