XEZA

Nûçegihanê me ji Xezayê ragihand ku li hemû deverên Xezayê hêzên Îsraîlê mudaxleya çalakgerên "Meşa Mezin a Vegerê" kirin.

Wezareta Tenduristiyê ya Xezayê ragihand ku çalakgera bi navê Amal El-Teramsî ya 54 salî li rojhilatê Xezayê şehîd bû û 14 welatiyên din jî birîndar bûn, di nav de rojnamevanek û xebatkarekî tenduristiyê hebûn.

Nûçegihanê me diyar kir ku girseyeke mezin a welatiyên Filistînê di çalakiya îna "Bi berxwedana xwe em ê çemberê bişkînin" herikîn kampên vegerê yên li ser sînorê rojhilatê Xezayê.

Hêzên Îsraîlê yên li ser sînorê li beramberî bajarê Xezayê wekî bersiva avêtina balonên şewatê ber bi jingeha Xelaf a Xezayê ve  nuqteyên çavdêriyê yên girêdayî Tevgera Hemasê topbaran kirin.

Li jingeha Kureyat Rabai a bajarê Xelîlê ya dagirkirî hêzên Îsraîlê gule avêtin welatiyekî û ew bi giranî birîndar kirin.

ANHA