Li gorî agahiyên ku ajanse me ANHA`yê bi dest xistine ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi sedan welatiyên Efrînê û navçeyên wê yên dagirkirî li ser fikrên radîkal ku tê de fikrên çeteyên DAIŞ`ê û Cebhet El-Nusra yên berê hene, perwerde dikin.
Armanca wan perwerdeyan ew e ku nasnameya kurdî û baweriyên gelên resen were binpêkirin û çanda wan were tunekirin.
Her wiha komeleyeke girêdayî dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê li Efrînê bi navê “Komeleya Şebab El-Huda" bi rêya perwerdekirina şêniyan bi hinceta belavkirina ola îslamî ku di rastiyê de berojavî vê yekê dikin, fikrên radîkal belav dikin. Li gorî çavkaniyan ku di fikrên belav dikin de pîvanên çeteyên DAIŞ`ê hene.
Çeteyên artêşa Tirk 2 kes revandin
Ji aliyekî din ve jî artêşa Tirk a dagirker binpêkirinên li dijî şêniyên Efrînê didomîne. 2 welatî ji gundê Celemê yê girêdayî navçeya Cindirêsê revandin. Ajansa me navên kesên revandî bi dest xistin ku ew jî wiha: Elî Sultan û kurê wî Mustefa Elî ku ji pêkhateya Ereb in. Heta niha çarenûs û sedema revandina wan jî ne diyar e.
(bx)
ANHA