QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên bajarê Qamişlo û gundewarên wê berê xwe dan konê sersaxiyê yê şehîd Êrîş Qamişlo (Eymen Elî) ku di Şerê Tinekirina Terorê de şehîd bû û sersaxî ji malbata wî re xwestin. Konê sersaxiyê li pêşiya mala şehîd hatiye vedan.

Şervanên YPJ/YPG/QSD`ê, Hêzên Ewlehiya Hundirîn, endamên HPC`ê, nûnerên saziyên sivîl, endamên komîn û partiyên siyasî tevlî merasîma sersaxiyê bûn.

Merasîma sersaxiyê bi rêzgirtinê dest pê kir. Paşê bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan Medîha Şikrî û Mihiyedîn Hesen, bi navê PYD`ê Nîzamedîn, bi navê YPG`ê fermandar Gabar Hesnî axivîn.

Di axaftinan de sersaxî ji malbata şehîd Êrîş Qamişlo re hate xwestin. Her wiha bal dişandin ser têkoşîn û berxwedana zarokên Bakurê Sûriyê û rizgarkirina axa xwe dayîne. Di axaftinan hat  diyarkirin ku divê herkes parastina destkefiyên ku bi saya şehîdan hatine bidestxistin bike.

Bi navê malbata şehîd Êrîş biryê wî Emced Fayiz axivî û got,"Bila dijmin beriya her kesî zanibe ku dema em şehîdekê xwe oxir dikin, bi sedan kes amade ne ku çeka wî rakin û bibin şopdarê rêya wî.Yekitiya pêkhateyên Bakur Sûriyê ji bo parastina axa welatê xwe erka her kesê ji ku welatê xwe hez dike û em soz didin ku şopa şehîdan bişopînin.”

Her wiha zaroka bi navê Rofelda Umer helbestek li ser şehîdan xwend û diyarî cane şehîd Êrîş kir.

 (bx)

ANHA