Dayikên gerîla û dayikên şehîdan di hefteya 6`emîn a çalakiya xwe de li bajarê Hesekê bi daxuyaniyekê şehîd Bêrîtan (Gulnaz Karataş) di salvegera 28`emîn a şehadeta wê de, bi bîr anî.
Bi dehan dayikên gerîla li Parka Apo ya li taxa Nasiriyê ya bajarê Hesekê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan rakirin. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan a bajarê Hesekê Necme Şêxo daxuyanî xwend.
Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku şehîd Bêrîtan nameyeke berxwedanê da dijminan û rûyê wan ê rastîn ji cîhanê re eşkere kir.
Her wiha hate diayrkirin ku îxanet heta roja îro berdewam e û nîşaneya wê yekê derketina li dijî perwerdeya bi zimanê kurdî û sîstema hevserokatiyê ye.
Daxuyanî bi dirûşmên silavkirina berxwedana jinan û azadiya rêber Abdullah Ocalan bi dawî bû.
(cx)
ANHA