Nûçegihanên ajansa me derbarê êrişên artêşa Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û erka dikeve ser milê wan nêrînên ciwanan girtin
Di Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê de rola ciwanan di hemû qadan de hebû, nexasim di qada parastin û ewlekariyê de, ku beşdarî nava Hêzên Ewlekariya, Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastian Jin bûn.
Di vê derbarê de ajnasa ciwanên Helebê ji ANHA`yê re axivîn.
Rêvebera Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Bêrîvan Henan axivî û got, dewleta Tirk a dagirker hewldana zindîkirina dîroka Osmanî û dagirkirina xaka Sûriyê dike.Di vê derbarê de Bêrîvan piştrast kir ku ew wekî ciwanan dê rê nedin dewleta Tirk û çeteyên wê xakê careke din dagir bikin.
Bêrîvan Henan bal kişand ser ku ew ê bi îradeya xwe û bi îradeya Yekîneyên Parastina Gel û Jin bi ser bikevin, her wiha bang li ciwanan kir ku tevlî nava YPG û YPJ`ê bibin, da ku parastina azadî û gelên xwe bikin.
Her wiha endamê rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger ên Sûriyê Kenan Betal jî axivî û got: “Em dagirkeriya Tirkiyê qebûl nakin û em ê li dijî wan serî hildin. Wekî ku Rêber Ocalan gotiye"Me bi ciwanan dest pê kiriye û em ê bi ciwanan bi ser bikevin. Ji ber vê yekê divê ciwan berê xwe bidin çeperan û piştgiriya YPG û YPJ`ê bikin û parastina çand, hebûn û nasnameya xwe bikin. Di gel ku armanca dewleta Tirk têkbirina hemû destkeftiyên gelê Kurd e.”
Rêvebera Yekîtiya Jin Ciwan Emîna Abdo jî axivî û êrişên artêşa Tirk û çeteyên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê şemezar kir û wiha got: “Em wekî jinên ciwan amade ne tevlî çeperên şer bibin û piştgiriya hêzên xwe bikin. Erka parastina welêt dikeve ser milê ciwanan.”
(eh)
ANHA