Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê got ku herêmên "Kêmkirina şer" rastî bombebaraneke dijwar a dinavbera komên çeteyên yên Tirkiyê û hêzên rejîmê tê.
Çeteyên Tirkiyê derdora herêma Qerdehe li gundewarê Laziqiyê bi gelek topavêjan kir hedefa xwe, her wiha rejîma Sûriyê jî îro sibehê derdora 50 top avêtin Kekat, Erbeyîn, Letmîn û derdora Latmanê li aliyê bakurê gundewarê El-Hemewî. Bi wê yekê agibesta ku duh li Idlibê hate ragihandin, tê binpêkirin.
Hêzên rejîmê beriya ragihandina agirbestê, derdora şerê li bakur rojavayê Hemayê bombebaran kir û nuqteyên di navbera çeteyan û hêzê bi çekên giran kir hedefa xwe, di wexteke ku çete cihên rejîmê li Birîdîc gundewarê Hemayê topbaran dike.
Ajansa Sana ya rejîmê duh ragihand ku hêzên rejîmê avêtina guleyan li herêmên "Kêmkirina şer" li Idlibê erê kir, ku şert dike peymana Sotçî ya ku dê çete derdora 20 km ji xeta herêma şer li Idlibê bikevin û çekên giran vekişînin, pêk were.
(jo)