Îro di saetên sibê de çend top ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve hatibûn avêtin û li gundê Soxanekê yê navçeya Şêrawa ya Efrînê ketin.
Nûçegihanê me yê li herêmê ragihand ku di encama topbaranê de tu kes birîndar nebûne, tenê zirar gihîşt mal û milkên welatiyên bi navên Elî Mihemed û Resûl Hesen û Mihemed Xelîl ên ji şêniyên gund.
Hêjayî bibîrxistinê ye ku gundê Soxanekê û gundewarên din ên navçeya Şêra û Şêrawa yên Efrînê her demekê ji aliyê artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê ve têne topbarankirin. Di demên berê de jî di encama topbaranê de çend sivîl birîndar bûbûn û zirarên mezin gihîştibûn mal û milkên welatiyan.
(bx)
ANHA