Dema ku şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berê xwe da Girê Spî û xwe li hember êrîşan kirine mertalên zindî, balafirên artêşa dewleta Tirk a dagirker û topavêjên wê bajarê Girê Spî bê ser ûber topbaran dike.
Bi ehzaran şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li navenda bajar in û ev yek jiyana wan dixe xetereyê. Ev yek jî îdiayên Erdogan ên ku ew êrîşî sivîlan nake, diderewîne û xwesteka Enqereyê di qirkirina gelên herêmê de diyar dike.
Her wiha artêşa Tirk hemû saziyên ku xizmeta şêniyan dikin, dike hedef. Nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk stasyona kehrebeyê ya li Eyn Erûs ku kehrebeyê dide herêmê, kir hedef.
(bx)
ANHA