Bi sedan Kurdistanî û dostên xwe Erem û Amerîkî li ber avahiya Koşka Spî ya Washingtonê bi çalakiyekî nerazîbûn nîşanî hevdîtina Trump-Erdogan dan.
Welatiya bi navê Magnet a ji Washingtonê got: " Em li vir in da ku piştgiriya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikin ku dagirkeriya Tirk li dijî wan êrişan pêk tîne. Em hevdîtina Trump û Erdogan şermezar dikin."
Welatiyekî Amerîkî jî diyar kir ku li dijî êrişên Tirkiyê ew piştgiriyê berxwedana gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike.
Endamê Komîteya Niştimanî ya Ermen a Amerîkî Aram got, ew li pişta birayên xwe yên Kurd, Kildan û Asûr ên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne û anî ziman ku divê Amerîkayê helwesta xwe ya li hemberî êrişên Erdogan biguhere.
ANHA