Agir bi zeviyên bakurê gundê Nafkûr ê dikeve bakurê rojavayê bajarê Qaqmişlo ket. Li gorî nûnegihanê me agir bi erdeke berê hatiye çinîn ketiye.
Şewat ji bakurê gund ber bi sînorên dinavbera Rojava û Bakurê Kurdistanê ve belav bû û ji aliyê rojavayê gundê ve ber bi gundên Dûde, Til Şiîr û Xirab Kirt belav bû.
Tîmên rewşên awarte û erebeyên agirvemirandinê bi lez berê xwe dan cihê şewatê.
Piraniya zeviyên ku agir pê ketine berê hatine çinîn.
(şx)
ANHA